the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Elî Riza Celîliyan

Me Kurdim

Me Kurd im, "Bêsitûn" tarîxim e Sed "Helebçe"y pirr le xwên tarîxim e Me le "Sîrwan" û "Pirraw" û "Ellwen" im Des nekîşame we şall û serwenim Gûşi tarîx ha dengi tembûriman Asiman kûr keyd we nalle û mûriman "Seymere" esri çeweyli pakim e "Taq wesan" ballay Şîrîni xakim e Me we hûzi "Mad" û "Sasan" im bizan Hem le agir hem le waran im bizan Me hizaran salle serberzî dirim Hanê car germe deng "Hûre" çirrim Me şeqey şimşall û şûri hûhûwem Dariman şoxi kejali "Şahow"em Î wellate her perrî serberzî ye Pirr le çopî pirr le berzî berî ye Emro emca hwîç we lêman neyiştine Hwîç nizî we şan û paman neyiştine Kurdî bê desellat û bê hana min im Sêf çwar qaç we jeniya min im Me leşim let let we xompare û şeng e Her wece le î xake we xwênim reng e Me cuwan dame serefrazî bikem Ta we naw xak xweman bazî bikem Xweyşgegem, bawg û biraylet çîne ceng Ta to nîwnîdin we çaw rrojeyli teng Hormeti î baxi sersewze bigir Ta ke hem newde beşi san û tegerg Me destê maç kem ke kordewar bû Xwezî le rexşi xweman suwar bû Çaw newes bê deng nenîş llallit biken Gûl nexwey carî tir enfalit biken

Bêjebêje © 2015-2024