the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Elî Temel

Bûka Kurda

Bûka Kurda ser bi xêlî Dest bi hin û gul û zêrî Rûniştiye li binê darê Dike gazî û dinale Kanê bilbilê dilê min Qet çavê min pê nakeve Bila bîskê were ba min Bi baskê xwe min himêzke Çavê bûkê li hêviya zava Zava çûye serê çiya Bûyê şervanê doza xwe Dike gazî û dinale Kanî gula nav dilê min Tu qet naçî ji pêş çavê min Xêlîyê rake ser serê xwe Di gaziya şerê min tu were Bûkê rabû xêlî rakir Wa teslîmî bavê xwe kir Tiving daye ser milê xwe Ket nav refa artêşa xwe Delalê min way ez hatim Xêlî avêt çek hilgirtim Ger tu bimrî ez jî bi te re Bila xwîna me tevde here

Bêjebêje © 2015-2024