Elîxanê Ûsiv
Eyşanê
Eyşanê ha Eyşanê, lo dilo loy li min
Eyşanê ha Eyşanê, tew dilo loy li min
Eyşana çiyangê hanê, lo dilo loy li min
Eyşana çiyangê hanê, tew dilo loy li min
Min bajêr da mêze kir, lo dilo loy li min
Min bajêr da mêze kir, tew dilo loy li
min
Bajêr da bazarê kir, lo dilo loy li min
Bazara zêrê te kir, tew dilo loy li min
Min bîr kir qeytan nekir, lo dilo loy li
min
Min bîr kir qeytan nekir, tew dilo loy li
min
Bazara xizêma te kir, lo dilo loy li min
Bazara xizêma te kir, tew dilo loy li min
Min bîr kir şirik nekir, lo dilo loy li min
Min bîr kir şirik nekir, tew dilo loy li
min
Şam, Heleb, Diyarbekir, lo dilo loy li
min
Şam, Heleb, Diyarbekir, tew dilo loy li
min
Jê anî heft bar şekir, lo dilo loy li min
Jê anî heft bar şekir, tew dilo loy li min
Heram be min tem nekir, lo dilo loy li
min
Heram be min tem nekir, tew dilo loy li
min
Eyşanê ha Eyşanê, lo dilo loy li min
Eyşanê ha Eyşanê, tew dilo loy li min