the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Elîxanê Ûsiv

Newroz (Adar Xweş Adar e)

Adar e ax adar e Newroz û xweş bihar e Adar e û rengîn e Ew dem û benga jîn e Zivistan weka doj e Adar e û Newroz e Dijmina derda ye Sersala me kurda ye Gava em dertên deştê Bîna gulê sor xweş tê Yê biçûk yê ku xor in Tev diçin, cot bi cot in Adar e ax adar e Newroz û xweş bihar e Adar e û rengîn e Ew dem û benga jîn e Zivistan weka doj e Adare û Newroz e Dijmina derda ye Sersala me kurda ye Tev berên xwe dan çolê Ji bûyî gog û holê Meha mey adarê Ax cejna Kurdistanê Adar e ax adar e Newroz û xweş bihar e Adar e û rengîn e Ew dem û benga jîn e Zivistan weka doj e Adar e û Newroz e Dijmina derdaye Sersala me kurda ye Hemî bi xeml û xêz in Li pey hev gişk bi rêz in Çengê me tazî ne Bihara dema jîn e Adar e ax adar e Newroz û xweş bihar e Adar e û rengîn e Ew dem û benga jîn e Zivistan weka doj e Adar e û Newroz e Dijmina derdaye Sersala me kurda ye

Bêjebêje © 2015-2024