the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Elîxanê Ûsiv

Newroz e

Newroz e, Newroz e Sibe ye Newroz e Maçek bide min yar Cejna te pîroz e Newroz û buhar e Bel bûne gul û dar e Mîna gulê har e Destê mi bi dest yar e Newroz e, Newroz e Maçek bide min yar Cejna te pîroz e Newroz û sersal e Lêva gulê al e Wek çîçek û lal e Sor û zer û kal e Newroz e, Newroz e Maçek bide min yar Cejna te pîroz e Newroz û mizgîn e Bihara bengîn e Kesk û zer û şîn e Xalîça rengîn e Newroz e, Newroz e Sibe ye Newroz e Maçek bide min yar Cejna te pîroz e *Ji Radyoya Êrîvanê

Bêjebêje © 2015-2024