the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Elîyê Hemed

Filîtê Quto

Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo, dê rebeno Wey lo Filîto lawo, mi go, karwanî wa karwanî, heyla lawo karwanî wa karwanî Dîka ronî rojê bar kiriye şevê qerar danî Mila Qîrê li ser Pira Batmanê Dikanî heta Mêrga Şêxa hey lo lo ji xwe ra dianî Şemê kire gazî, go Filîto lawo tu neheq î, meçe pêşiya vî karwanî, karwan karwanî Mamê Etmankî ye Eva sê mehê bi wan e li karwaniyê ye, heylo lawo Tu neheq î welatê li kî ba tê bira berbîyo mêrga tê bê biro lo nangiranî Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Emê Filîto minê li hafa bazarî hezara mêze kir, minê li hafa bazarî hezara mêze kir Heylo lawo, minê bala xwe didayê dergevana wayê derge vekir Derge vekir, heştê mêrê Reşkota temam avîtine pîçê Şemê wê Ne çavê xwe girtiye, ne berê xwe guheriye Hey lo lawo, çiqa diçe axê serê xwe zêde ke Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Şemê Fîlîto lo lawo karwan hatiye bi deve ye Hey lo lawo karwan hatiye bi deve ye Erê bi Xwedê serbarî wan hêjîr e, binbarî wan xurme ye Şemê kire gazî go Fîlîto lawo, tu neheq î, meçe pêşiya vî karwanî, karwan karwan î Mamê Etmankî ye Erê Xwedê lokê gewr li pêş e, lokê gewrî li paş e serbar binbara Xwe da pêşkêşî nefsa bi lo canê te ye Wey lo, wey lo, wey lo, wey lo Filîto lawo, karwan hatiye ji Diyarbekir Hey lo lawo, karwan hatiye ji Diyarbekir Heylê xêrnedîtî Filîtê Quto ji mal derket, tenê şêwra xwe kir De bê here Mamê Etmanîkê, xwe xilazke Bira karvan te helal be hey lo lawo, Şem rebenê

Bêjebêje © 2015-2024