Elîyê Hemed
Gozê
Gozelê mahrûmê, wezê dimirim roja çaran
Mahrûmê wezê dimrim rojî çara
De bira kevirê ber seriya min, mehrûmê Xwedê, li xirabê gunda wan beyara
Herî bermal, herî bermalî, herî bermalî Gozê
De bira kevirê ber seriya min, mehrûmê Xwedê, li xirabê gundaê wan beyara be
Erê Xwedê wezê diçim hûn dimînin
De bê bira kêleka min mehrûmê Xwedê rûnê, bi qîrînî cotê yara bermalî
Herî bermalî, herî bermalî, herî bermalî Gozê
Were Gozê, mehrûmê, binêre, min vê yekê Gozelê binêre
Min vê yekê kêleka min mehrûmê rûniştiye
Erê Xwedê qasidê vê mirinê li kêleka çepê li min dinêre, qocê vê felekê
Yar felekê, yar felekê, were bermalî, bermalî, bermalî Gozê
Lê lê Gozê mehrûmê, mi go bejna têlî Gozela min zirav e
Erê Xwedê dar e dara vê leylanê, bejna têlî Gozelam zirav e, darek dara vê
leylanê
Reşkencê têlî Gozila mine wê wisan e
Erê Xwedê nava konê bavê min mehrûmê
Meriv ji xwe ra bigire li ber Çemê Gulheyranê
Bermalî, bermalî, bermalî Gozê