Elîyê Ozmîn
Hêsîro
Were hêsîr, hêsîr, hêsîr, hêsîr
Heylo bavo, hêsîrê me yê hêsîrî kir
Payîz e, serî çila, berfê lê kir
Hêsîrê me sekinî, ji xwe ra kadîn çêkir
Hey lo kar e la li nemayê, evî kafirê kafir
Serê jin û zar erz û eyalê me temamî bi şûr jê kir
De hêsîr, hêsîr, hêsîr, hêsîr
Hey lo bavo hêsîrî pir çetin e
Ji hêsîriyê şûn da tek mirin e
Ecêba wê ecêb
Jin e, zar e, mêr, di ber derê malê xelqê bisekine, hêsîr
De hêsîr, hêsîr, hêsîr, hêsîr
Girî kir gazê li vî girî hêsîr
Hele tavê li ser vê delazê, wê hêsîrê me jî birî, hêsîr
Serê jin û zar û erz û eyalê me temamî bi şûr birî
Hêsîr de hêsîr, hêsîr, hêsîr, hêsîr
Hey lo bavo hêsîrî pir çetin e
Ji hêsîriyê şûnda tek mirin e
Ecêba wê ecêbê, hela seva parî nan e
Jin û zarê, mere, were derî malê xelqê bisekine
Hêsîr, hêsîr