Elîyê Ozmîn
Heylo Sîyaro
By: Ciwan
Hey lo siyaro, hey lo siyaro
Xelkê loy hespê xwe bezandin
Xelkê gayên xwe çêrandin
Wê bergîrê xwe westandin
Wey la korê lay nemayê
Afadê mala bavê min ê mêr î mêrxas
Îro mêr dikuştin, hê ji talana vegerandin
Hey lo siyaro, hey lo siyaro
Hey lo siyaro, ji Xokê heyanî Xokê
Siyarê mala bavê minê siyar bûne
Dajon şev û rokê
Hekîmo, te malî xera be
Destekî wiya kêr e yek dûzan e
Îro diqelêşin, gulî weka mawzerê
Derdixin ji hestiyê çokê