the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Elîyê Ozmîn

Lê Zerîfê

De lê lê Zerîfê Qalakê me qewimiye Mehela wa Konî Koşka E semtê wan jêrîn e Can ê can ê can can La dê dugê mîratê wey neyo Emê ser şanincê Memê siyarê siyarlera Kilê çavê mehrûma Xwedêyo Ele viyê petewirê reşê reşrevîn e Can e can e can can Ele lê bi gotina ha wa gotiya Hele bi salixa bi solixa Pêştmêriyên Şamilê Memê siyarê siyarlera Kilê çavê min vê mehrûma Xwedê Bi temamî pişt revîne Can e can e can can Elenê ji berê va divêjim Mêr dimire nav dimîne Ga dimire çerm dimîne, çerm dimîne Can e can e can can De lê lê Zerîfê Qalakê me qewimiye Mehela Kanî Koşka Hele îro dinêrim ho Dengê top û tivingê mîtrotekê tê wa li ser şonincê Memê Kilê çavê vê mehrûma Xwedê, di sibê da Ele divê bi gotina ha gotiya, bi salixa bi solixa Şonincê Memê kilê çavê min mehrûma Xwedê Tek bi tenê maye di kozê da Can e can e can can

Bêjebêje © 2015-2024