the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Elîyê Ozmîn

Min Tifalê

Erê minê cewabekê şandiye, lo lo lo pey heran e Erê bira lê neke tu şilî, lo lo tu baran e Gede lawikê min mehrûmê, lo lo serê riyan e Erke delalîkê minê hatiye, wez ê bikime mêvano, lo sing beran e Wey la lê lê li min tefalê Bira destê xwe yî çep û rastê ji hev nas nekirê Bira telê goştê xav bûyê, here bîna şîrê xamêtî ji deva tê Wey la la li min tefalê Êdî westiye lê malxê malê Ez ê çewa negirtim nedame xortekî çarde salî Ez ê girtim dame kalê ketî nayî malê Ere minê cewabekê şandiye lo lo lo Bira delalokê nesekine, lo lo lo, zûka bê Eger têye li pêşiyê şevê lo di reş e Eger şevê reşê derbas bûya şepalara, lo lo lo, di berfê ye Eger şepa berfê derbas bûya tava teyrokê ye Eger tava teyrokê derbas bûya serê min mehrûmê qirê ye

Bêjebêje © 2015-2024