the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Elîyê Ozmîn

Sibhan Golê

Erê Sibhan Golê lo bi lo lo, darê kucê Belê cara hat deste siyarê xwe da hate lo lolo bo te qerecê Ewa xortê wera ye yo zepela, lo lo lo lo yar zewicî Erê Sibhan Golê, lo lo lo lo, birinciya ye Erê gede mîrza teyê çawa nedîtiye ken henekê qîzan lo cindiyan e Tê niha ketî berê qehr û qarê, lo lo lo, jinebiyan e Erê wayê minê lo lo lo li we dar be Ser rêka lo lo lo mala we bi kopal be Herê kula dilê min belkî hustiyê we li min lo lo lo, wê çawabe Ezê berf im berfa lo lo lo lo kulê me Ezê bi ser rema ser serê siyara lo lo lo ez barîme Gede nîzam tu yekî bînî, dudiya bînî, sisiya bînî, çara bînî Pênca bînî, şeşa bînî, lo lo lo lo, yeka hefta, lo bo, ez hêwî me

Bêjebêje © 2015-2024