the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Emerxan

Nergîz im

Ji bo gul û nergîzên doza min Gul û nergîzên me Zîlan û Delîla yên me Bi rih û canê xwe Piştgirî dane doza me Girînge ku ew kulîlkên azadiyê Tu car neçin ji bîra me Nergîz im nergîza we Ser çol û çiya ma me Dilê min bû behra Wanê Çem û kanî tev av danê Li Haranê Dîcle û Firat Ew xemla Kurdistanê Nergîz im nergîza we Ser çol û çiya ma me Nergîza ser çiya me Ber berf û baranê me Şax û geliyê welatê xwe Li hêviya egita me Nergîz im nergîza we Ser çol û çiya ma me

Bêjebêje © 2015-2024