Ercan Bîngol
Ber Kendal
Bêhiş û bêhaya xwe
Bi danê sibê, bi korbûna dilê
Benda bîranînên xwe yê veşartî û biyanî
Dibê; “Na, na, na, na
Hay ji xwe me
Êdî li min dereng e.”
Êvar e, roj li ava
Şev e, şivan li şevînê şevan
Bîr tîne, bêrî dike
Bi gazinc û axîn e: “Ax, çima?”
Bîr tîne, bêrî dike
Kelogirî ye: “Ax, çi ma?”
Dibê; “Na, na, na, na
Hay ji xwe me
Êdî li min dereng e.”
Bêhaya xwe ber kendal
Bêhaya xwe li newal