the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ercan Bîngol

Bluesa Benda Sînê

Tuyê biçî Zanim, min jî bi xwe re nabî Tuyê biçî Zanim, tu jî ne bi dilê xwe yî De bira çavên min bi te re werin Ezê bizanibim ku Tu li ku yî, çi dikî Çend salî yî an jî pîr bûyî An jî ji min re bêje Berfa çile dibare li ser wî canî? Û tu neçûba û minê bikariba bigota “Tu ronahiya çavên min Tu ronahiya şikeftekî tarî û bêbinî li welatekî dûr.” Û tu neçûba û minê bikariba bigota “Erê, her tiştê te me ez Erê, her tiştê te bûn e min ji nû ve şîn dike.” Bi gazin im, qêrîn ji min diçe Xwezî mirin li dinyayê du car ba!

Bêjebêje © 2015-2024