the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ercan Bîngol

Kûçik Hatin

Gundîno, zar û zêç Heval û hogir, nas û nêz Hay ji xwe hebin Kûçik hatin Kûçik hatin, li gundê me ne Kûçik hatin, li gundê me ne Wekî pisikan dinewkin Mîna keran dizîqin Wekî gayan dihorin Mîna guran dizûrin Lê, em zanin Ji xwe jî bawer in Ewta ewta wan e, diewtin Ew kûçik in Av ji kaniyên me vexwarin Masî ji çemên me girtin Hûn bi xêr hatin Xêrê ji xwe nebînin Çav kor biyono Guh ker biyono Hûn bi xêr hatin Xêrê ji xwe nebînin

Bêjebêje © 2015-2024