the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Ercan Bîngol

Lo Lo Qulingo

Îsal jî Qêrîna zaroken pêxwas hilnedan hembêza xwe refên qulingan Dîsa Di nav rojê de wenda bûn bêyî ku guh bidin bajêr Meşên bişev ên li kolanan Qirçiniya deriyên bijan Bişkivîna gulên li goristanan Qedexe kiriye, merivê ku Dilê xwe ji bîr kiriye Li lîstikeke zarokî Lo lo qulingo, lo lo qulingo… Îsal jî Kenên zarokên me dizîn refên qulingan Bêyî ku qêrîna zarokên pêxwas hildin hembêza xwe Bifirin qulingên qencînenas Bifire qulingê baskşikestî Qet li dû xwe nenihêre Lê sala bê Dema ku tu li ser vî welatî re derbas dibî Li serê Sîpanê Xelatê binêhêre Ku lê Evdalê Zeynikê distirê: lo lo qulingo, lo lo qulingo… Lo lo qulingo, lo lo qulingo!… Gotin : Memê Mala Hine

Bêjebêje © 2015-2024