Ercan Bîngol
Tenêbûn e Dibare
Pars dikim evîna xwe
Pars dikim ji dilê xwe
Barê wî giran e, nikare hilde
Barê wî giran e, tenêbûn e wî bi rê dike
Jor de çi ye dibare?
Berê xwe da; tenêbûn e
Ew barana tenêbûnê
Tenêbûna hêsrên min e
Carna ditirsîne
Carna tijî dike bi hêvî
Yekcaran bêxem
Yekcaran jî xwediyê dil