a photo of Erdewan Zaxoî

Erdewan Zaxoî

Dadê Dadê

Dadê dadê cana min nazdare lo Dadê dadê rî kulîlk hinare lo Canê bînin derenge êvare lo Dil bi hewar û hergirî û zêmare lo Canê bînin derenge êvare lo Dil bi qêrîn û hergirî û zêmare lo Dadê dadê sebra min nayê bi tenê Dadê dadê ax erdê ew lê min binê Dadê dadê mirim ji derdê evînê Dadê dadê ji axînkêt Mem û Zînê Dadê dadê ji axînkêt Mem û Zînê Dadê dadê ez mirovek cutiyarim Dadê dadê ev roke bextiyarim Dadê dadê tîr û şîr û çelengim Dadê dadê ev roke bi nav û dengim Dadê dadê ev roke bi nav û dengim Dadê dadê cana min nazdare lo Dadê dadê rî kulîlk hinare lo Canê bînin derenge êvare lo Dil bi hewar û hergirî û zêmare lo Canê bînin derenge êvare lo Dil bi qêrîn û hergirî û zêmare lo

Bêjebêje © 2015-2024