a photo of Erdewan Zaxoî

Erdewan Zaxoî

Tu Yî Cana Min

Te birho taze kêşane cana min Te xîç û qelem lê dane zerya min Min negot gazinda neke cana min Barê xema te giran e zerya min Kanê kenî ka axiftin cana min Ne helbest hatin veşartin zerya min Kanê kenî ka axiftin cana min Ne helbest hatin veşartin zerya min Çi hozana ji şinî vehînin cana min Gul hemî ji ber me pêşkeftin zerya min Çi hozana ji şinî vehînin cana min Gul hemî ji ber me pêşkeftin zerya min Te birho taze kêşane cana min ... (Dîsgotin) Ew boçî hinde da maye cana min Hindî bêjî min hêja ye zerya min Ew boçî hinde da maye cana min Hindî bêjî min hêja ye zerya min Dilê min her evîndar e cana min Tu ronahî tu çira yî zerya min Dilê min her evîndar e cana min Tu ronahî tu çira yî zerya min Te birho taze kêşane cana min ... (Dîsgotin) Çi zeriya dil helandin cana min Êşa xwe l'nav dilî çandin zerya min Çi zeriya dil helandin cana min Êşa xwe l'nav dilî çandin zerya min Wan zanî ez evîndar im cana min Dilê min boçî êşandin hewar e Wan zanî ez evîndar im cana min Dilê min boçî êşandin hewar e Te birho taze kêşane cana min ... (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024