the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Erkan Yıldırımçakar

Xemla Biharê

Gulyên dara reng vedane Deşt û zozan gul vedane Tîna rojê li ser çiyan e Zivistan çû, va bûhar e Pisîka min mire mire Li dora hev da dizvire Pêşiya malê seg digere Reşemî çû, va adar e Erd û esman tev bû tarî Zarokan zû hatin xanî Xewa şîrîn kar dianî Şemî zû çû, va bazar e Çiya û banî berf lê neman Diherikîn ava çeman Mêrg û çîman bûn gulîstan Zivistan çû, va bûhar e

Bêjebêje © 2015-2024