the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Erol Berxwedan

Dîrok e Emrê Min

Ji te dûr im, birîn kûr im Eywax vê halê min Çerxa felekê geriyaye Dor hêla serê min Eşqa me her dem jiyanê Dîrok e bextê min Dîrok e canê min Dîrok e emrê min Mîna çira şeva tarî Her dem ber çavê min Tu roja jiyana min î Çawa te ji bîr bikim? Eşqa me her dem jiyanê Dîrok e bextê min Dîrok e canê min Dîrok e emrê min Tu hîva ber dilê min î Dawiya xeyalên min Te mîna bihara rengîn Can avêt canê min Eşqa me her dem jiyanê Dîrok e bextê min Dîrok e canê min Dîrok e emrê min

Bêjebêje © 2015-2024