the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Erol Berxwedan

Her Delalê

Dema ez te nebînim Weke serxweş û dîn im Hêsira dibarînim Bi şev û roj û her gav Her delalê çavreşê Karxezalê kenxweşê Bêrîvanê dilgeşê Ji te tê bêhna gulan Ez dilketiyê te me Evîna min ser ya Mem e Evîn min re sedeme Eşqa te min her deme Her delalê çavreşê Karxezalê kenxweşê Bêrîvanê dilgeşê Ji te tê bêhna gulan Tu bedewa vî warî Roniya ber çavanî Gava tu ba min nebî Dinya min reş û tarî Her delalê çavreşê Karxezalê kenxweşê Bêrîvanê dilgeşê Ji te tê bêhna gulan

Bêjebêje © 2015-2024