the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Erol Berxwedan

Mîro

Hespê mîrê min qir û hêşîn Teres dilîze li ser lingê paşîn Birînê mîrê min pir giran e De dilê min jî ji wî re diêşê De mîro mîro mîrê mîran Karê te çûne Sêwasê li nav mihaciran De rabe rabe mîro rabe Xewa sibê pir xerab e Xewa sibê pir giran e Hespê mîrê min hespekî boz e De rê ve nere rê bi toz e Birînê mîrê min pir xedar e Ez jî ji wî re kûr dinalim De mîro mîro mîrê mîran Karê te çûne Sêwasê li nav mihaciran De rabe rabe mîro rabe Xewa sibê pir xerab e Xewa sibê pir giran e

Bêjebêje © 2015-2024