the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Erol Berxwedan

Neçe Zînam

Neçe zînam neçe neçe Neçe zînam naziya neke Neçe Zînam neçe neçe Neçe malam xeraw neke Piştê çavên reş û belek Loqman hekîm fayde nake Piştê çavên reş û belek Doxtor û hekîm çare nake Zinê tu gellek ciwan î Tu şêrina ber dilan î Zinê tu gellek ciwan î Tu şêrina ber dilan î Bo te heliyam vê dinê Ma tu derdê min nizanî Bo te heliyam vê dinê Ma tu derdê min nizanî (Dîsgotin) Zînê te digo ez gul im Sal bi sal ez reng vedidim Zînê te digo ez gul im Sal bi sal ez reng vedidim Çi dinyake derewîn e Rengê Zîna’m temirandin Çi dinyake derewîn e Rengê Zîna’m temirandin (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024