the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eslanê Memed

Evdal Bego

Êro mîro wezê Topraqela şewitî dinêrim, wayê, wayê, lê qoç qela ye Simêla Evdile Begê piltê mûmê li me wayê, wê lê kozbê canê A lo lo mîro, lo wezîro, lo wezîro Mêrxaso mala xwe neçe li me wayê, lo bê tevdîro Êro mîro wezê Topraqela şewitî dinêrim, wayê ê ê ê ê, lê qoç qela ye Tilî pêçiyê Evdile Begê piltê mûmê lê lê wayê, lê xweş pêçaye Divê şade şûdê Evdile Begê mi gelek hene, Xwedê mêrî Xwedê va eyan e Evdile Begê min ê şûrek daye devê topa geverê wê mi daye A lo lo mîro, a lo wezîro, lo wezîro Mêrxaso mala xwe neçe bê tevdîro Êra mîro wezê Topraqela şewitî dinêrim, wayê ê, wayê ê ê, lê giya hêşîn e Kafirê Omer dişîne pey defê li mi wayê ê ê ê, zirnê bîne Erê divê bi sê denga Evdile Begê li Omer Çerkez dike qîrîn e, wayê ê ê ê ê, lê diqurtîne, lo lo mîro Divê Evdile Bego, ev çi def e, li min wayê lê, çi zirne ye Êrê bi sê denga li Çerkez Omer dikir qîrîn e, wayê ê, wayê ê ê ê, lê diqurtîne, li min felekê Divê Evdile Bego lawo, tu nizanî îro serê çend rojan e, kalebavê te miriye deweta kalebavê min û dayika te ye A li min mîro, wax felekê, wax dinyayê Felekê xayîn e, resûle teng e milê Evdile Begê milikê mi nayê Êra mîro divê, çewa derbekê, wayê ê, wayê ê, wayê ê, lê cêwa zêra, lê cêwa zêra Omer çerkez derketiye derê malê, çira hûr hûr Evdile Begê mi ra lê dide çêra A li min felek, wax felekê, wax dinyayê Felek xayîn e, resûle teng e çira milê Evdile begê li kêvi nayê Êra mîro divê qima Omer çerkez himekîn e ê ê ê ê ê ê ê, lê ne ber e, me bere Divê Evdile Begê mi sekiniye derê malê, Omer çerkez çi ra lê dixe şirikê xwînê dadixe ser enîka Evdile Begê min î, lê di kevir e A li min felek, wax felekê, wax dinyayê Feleke xayîn e, resule tenge milê Evdile begê mi li kêvi nayê Êra mîro divê wa çerkeza li min wayê ê ê, wayê ê ê, lê daye palê, daye palê Mêra mêr dikuşto, çira jina cendek kişandine li mi wayê, waliyê malê Divê çira kincê Evdile Begê min xwînê lêdane, li mi wayê mi ne mala, lê wê bexalê A li min dinyayê, wax dinyayê, wax dinyayê Felek xayîn e, resule teng e milê Evdile Begê li kêvi nayê

Bêjebêje © 2015-2024