the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Evdilayê Goyî

Lê Canê Cana Cizîra Botanê

lê lê lê canêêê lê lê lê canê lê lê lê canê lê lê lê canê lê lê lê lê lê canê de rabe cana Cizîra Botanê semyana dilê xortanê ezîza dilê lawanê îsal serê heft salê temam e wezê cana xwe nabînim wez ê nizanim sebr û beşera dilê min kanê lê lê lê lê canê de lê lê lê canê mala bavê te xirabê mi go dilê mi hîv e sed car e li mi hîv e tavîkê baranê tavê ser gundî mala bavê cana mi baranekî hak* û nîv e de dilê rabe bazinê spî têne ser zendê spî ve zendê spî têne ser bazinê zîv e wile min ê singê cana pêvayî bi gaza Helebê gaz û nîv e de lê sing û ber û bedenê cana mi wekî zozanê Fereşînê cotê reşka vê şalê* dixwe taşt û şîvê lê lê lê lê canê lê lê lê canêêê lê lê lê canê de rabe lê lê lê canê cana Muxsê tu wê ber sihara serê sibê termikê* tana kirasê melesê tifsê îsal serê heft salî temam e min ê maçikê li cana xwe dabû tam û kilama wê maçê maye di didanê min yê kursê lê lê lê canê de lê lê lê canê cana Cizîra Botanê semyana dilê xortanê ezîza dilî lawanê îsal serê heft salî temam e wezê çavê xwe dgerînim nagerînim wezê cana malê nabînim wez nizanim sebr û beşera dilê min kaanê lê lê lê canê de lê lê lê canê min ê serî cotê memikê cana xwe dîtine ser e sor e binre spî ne wekî hêkikê mêkewa sihara serê sibê nû kirîne wekî pirteqalê dortyolî ne sêvikê xelatî ne îsal serê heft salî temam e min ê ramûsanikê ji cana xwe standibû wile tam û kilama devê min şîrîn e can lê lê lê canê Deşîfrasyon: R. Xendekî

Bêjebêje © 2015-2024