the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Evdilhadî Mihemed

Xerabo De Tu Xerabo!

Xerabo! Welle tu xerabî, tu mal pir e, can ezab e Tu qêmîşê malê dinya yê nabî; Rûhê bizdonek bi sîngê gewir şa nabe Ez dikim nakim tu bi şîretê rîspiyan Û por sîpiya tu çê naba Yekî li xerabê malê wa kiriye Ma şallê bi hevalê Fila be Hêlîna wan bi hêlîna teyr û tebab e Wey lo xerabo Ma şalle tu qurbana nav Bêna şellan û meşella be Ma şalle tu bi qurbana êniya lewzikan û zêra be Ma şalle tu qurbana kêleka toqan û Menteşa be, ma tu bi qurbana kemberê Bejna zirav, gobeka hîva çar de şevî Bejna zirav nava hemailan û bazbenda be Xerabo ma şalle tu ar û xweliya duwanzde Gundê xereb e Li deşta Diyarbekir Hêcugê û Çûçikê û hewarê quş doxana û Hûsênî Keyê Û payasê temam li çat wan burya be; Weyoo Xerabo Ez dikim nakim tu ramûsanê cotê memikê Min kara xezala şana be Were xerabo, were xerabo De li te û li wî dilî, li wî sewdeyî li wî aqilî Te çira terka min kara xezala kir Meya Reşûya, mehlûla teya Çiçeka bazirgana, kewa kerka bin bin herema kirî Tu çi li bergîlê Cizira Botan sewyê gol golya Û li gûşya çayê Reşika tu hesilî Sibê bû ez û xerabe malê Her du li binya mala li hev buhurî Me gotin hesretê giran ji hev ra kirî De min go xerabo, îşev min xewnek bi xêr dibû Min dî balifa ber serê min û te yek bû Doşega bin min û te yek bû Lihefa ser min û te yek bû Bi hesabê xwe min go belkî damarê Geza ji devê min Cizîrî simbelê te sor û sosinî Biskê min î şê û zerî, temerîka ta reşî qurf kiri Her sê li hev kom bû bûn, li hev buhrîn De xerabo, de xerabo Taximê sîng û berê min kara xezala Ji te ra nala qesrê pîrota li Mêrdîna şewitî Nuh cam kirî Na welle nala gûşiyek tiriyê çêlikê Eliyê Remo dikan û mêwa xwe da Nuh kamilîn Welle min sond xwariye Heta melekê tew ji ezmana nazil ne be Rûhê min ji canê min dernekeve Heta tu bi destê xwe kefenêmin di min wernedî Topek cawê gewrê bozî şakirî Min go gundino Malino ma xerabê malê şeva nîvê şevê Li nav şêniyê me yî şewitî digere nizam te xêr e De xerabo Mal şewityo, ez ji te ra dibêm tu şeva Xwedê were tawafa sîng û bera ramûsanê Cotê memikên min kara xezala Ji te ra nala sênyek hingivê Sêrtê ye Tu destê xwe bavî bikê Min kara xezala Min ji te ra bi bada zirav kirî kiriye têl e Tu jî qiyame destê xwe bavî eniya lewzikan Û şêra dax e, qulp û xişkê dara guhêr e Ma xerabo, qey tu rast ne were De were xerabe diyar ji diyara bilindtir e ji bereda pirsa pêşya ye ji hedîsa virda ye Esmer gelekî ji gewra şêrîntir e, tu ne tava Rûkê ezmana bi çar çilkabi du birûska nayê û ne buhur e Ez ji te ra dibêm, tu her şeva Xwedê dakeve Tewaafa xana gerdanê Ramûsanê cotê memikê min kara xezala Ji te ra gelekî ji şekirê Hamid û Hilo şêrintir e; Ji rûha huqûmê Helebê narintir e Ji pemboyê jendî gewirtir e Ji genimê sala xerab buhatir e Ne welle, ji tera qaldir - qayê Diyarbekir Yamantir e Ji tasek ava kaniya Sîma zozan Û belekîya berfê zozana Qersê Û ji hingûvê Sêrtê Ji helawa Entabê ji kakilê gûwîza Hindistanê, ji hejirê Îzmirê, ji dimsê Tizyanê, ji mêwijê Hebabê Ji qedehek çayê malik Ehmedê şêrîntir e Xerabo sibê bu, ez û xerabê malê her du Li biniya mala tev rûniştin me gilî kirin Gazîn di dû xwe hiştin Keserê mirinê vê ra radiniştin Çûçika perên xwe ji xwe kirin li ber roja Germa havîn e Heçî teyr hebûn baskê xwe na qiyame kirin; Nukulê xwe na berjêr kirin Bi ser min û xerabê malê da ponijtin; Miriyê li mezela kefenê xwe niha di xwe werda Di gora da bi qûn rûniştin Ji gazin û lomê min û xerabê malê kevir û Gomê li me dirizîn, li me qeliştin Were xerabo Te ez ne xwastim, ne revandim kirim marekî Ji marê nîv kuştî li serê çiya û baniya ez terkandim Te ez kirim tasa çînko, li nav aviya ez çikgandim Te ez kirim fincana ferfûrî li qoca Diyarbekira şewitî Li qahwa Gawûr meydanê li destê talan û gewada ez gerandim Te ez nala qiçika çelîn e hejandim; Te ez mêjandim, te xelk û alem tevda bi me hesandin Ez çûm mala xala, ez ne hewandim Ez çûm mala apê ez qewirandim Bav û bira ez ne lê limandim De bes xerabo, welle tu xerab e Zinarê der mala bavê te zinarê kher e Wêy Rebî, ye ku û di navbera dilê min Û xerabê malê da bi xerabî bigere Heger qîz be, li ber devê wan biger e Hegre zilam be, pêşiya sê şevan be; Ji birîndarê heft gulla be; Ji seeteka şûnda dev ne gere Xerabo mal şewitiyo Ez ji te ra dibêm tu her şevê Xwedê Were tewaafa sîng û bera, ramûsanê cote Memikê min kara xezala Ji te ra nola sênyak penîrê xam berindîra yîte ra Li merga mîra jorîn li Qerejdaxa şewitî Tu têke parzûnan û torba, tu bi guvişe av jê here Bi kêra qelem tiraşê tu dîlim ke, damarê geza Û şekir ji nav here

Bêjebêje © 2015-2024