Evîn Û Jînda
Qurtayê min
By: Pêşewa 21 BB · New Contributor
Ji tîrêjên roja azad gul bişkivîne
Çiyayê me bejin tewand qêr û axîne
Rabe heval dil birîn e, botan hêlîn e
Vaye şêran diafrîne Wana rengîn e
Besta li ser we xemgîn e, Qato bi nalîn e
Feraşînê tilîlî ne, Cûdî dihejîne
Qurtayê min bi eşq û evîn e, dayê negrîne
Dayê negrîne
Evîna we ax û jîn e, keser dixwîne
Li ezmanan stêrka geş e, rojê dibîne
Rabe heval dil birîn e, botan hêlîn e
Vaye şêran diafrîne Wana rengîn e
Soza wan daye Egîdan, bi can bixwîne
Feda kirin ji bo dozê, canê şirîn e
Besta li ser we xemgîn e, Qato bi nalîn e
Feraşînê tilîlî ne, Cûdî dihejîne
Qurtayê min bi eşq û evîn e, dayê negrîne
Dayê negrîne