a photo of Eyaz Yusif

Eyaz Yusif

Heger Duniya

Heger duniya hemî gul bit Gulek tenê besî mine [x2] Guh nadime gotinêt xelkê Ma dam gulê bi dilê mine [x2] Gula midvêt diyar nîne Dilê min ji ber wê xemgîne [x2] Geram li nav gulistana [x2] Bes gula min di nav de nîne [x2] Heger duniya hemî gul bit Gulek tenê besî mine [x2] Guh nadime gotinêt xelkê Ma dam gulê bi dilê mine [x2] Kanî roja ez te bibînim Ji hemî renga li xemla xwe bikî [x2] Ma ne bese te dil heland [x2] Ma te divêtin tu çi li min bikî Heger duniya hemî gul bit Gulek tenê besî mine [x2] Guh nadime gotinêt xelkê Ma dam gulê bi dilê mine [x2] Her dêmînim li şivanî Ji ber te gulê û dil kovanê [x2] Hindî çavê xwe degerînim [x2] Te nabînim ma tu kanî Te nabînim xanim kanî Heger duniya hemî gul bit Gulek tenê besî mine [x2] Guh nadime gotinêt xelkê Ma dam gulê bi dilê mine [x2]

Bêjebêje © 2015-2024