a photo of Eyaz Yusif

Eyaz Yusif

Newroz

Newroz hat bi gul û rîhan Cejna me ya li 21 ê Ew Newroza bîka ciwan Agrî hil kin li serê rêkê [x2] Yadgar e ji bav û bapîra Wan şikandî qeyde zincîra Der kirin rojhelata me Dê rabin hil kin qetîra [x2] Newroz hat û roja nî ye Rengê gula xemlandî ye Hemî wara dîlan rabî Tev da aheng û kenî ye [x2] Van jelala av lê bûş e Seyran li van mila xoş e Kal û rewişt e me Kurda Cejna Newroz mendehoş e [x2] Newroz hat û roja mêra Milet xwirî wekî şêra Rûxandin dûşkinê yara Bilind bî ala dilêra [x2] Newrozê hey lê, lê Newroz Tu roja mêrit xwe da soz Dê mînî pêşkûşekî geş Bo me Kurda cejnek pîroz [x2] (Nakarat)

Bêjebêje © 2015-2024