the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eylem Aktaş

Selpakfiroş

Bi destê min bigire selpakfiroş Em tev herin serî li zarokatiyê bidin A di zixa kuçeyeke fileh de çikiyaye Û hew vedigere ji çîroka refên qulingan Ka li ku ne Ewên serkupî dikirin ji bajêr re Hemî deriyên tu lê dixî dadayî ne Ên diviyabû şûrikan vekin Ewên bi serboriyên sînesoj awêneyen avzêrîn Şehên mahî Wek malxweyên malên berê Siwarê hepsên xelkê bûn çûn Gotin: Kawa Nemir Aranje: Cem Tuncer Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay

Bêjebêje © 2015-2024