the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eyşe Şan

Bêrîvanê Malxêrab

By: Ciwan

Taca serê Bêrîvana min malxirab zêrîne malixirabê wela gelî gundiyan û cîrana taca serê Bêrîvana min zêrîne Sing û berê Bêrîvana malxirap çil û çar kanîne Bêrîvanê Wela gelî gundiyan û cîrana ez bextê xwedê li kanîka nabim şevê dibê heta bangê sibê Bêrîvanê Devê xwe diêxim cûtê memikê Bêrîvana malxirab Gelî gundî û cîranan wela dibê heta bangê sibê bêhina dilê min ra tîne ay Bêrîvanê Lê torîvanê ez ne wanim Bêrîvanê Bêrîvanê min go Şivano ez ketime bextê te û xwedê de Tu yî destê xwe li ser cûtê memikê min rebena xwedê berdê Lê êvare li min derenge Bêrîvanê Lê torîvanê ez ne wanim Bêrîvanê

0

Bêjebêje © 2015-2025