the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eyşe Şan

Çembelî Kurê Mîrê Hekarî

Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî Dergûsa cembeliyê min ji darê mazî Min hejandî bi zend û bendê xwe yî tazî Tirsa min ji wê tirsê siba li dû min û Cembeliyê kurê mîrê Hekariya dibe hawar û gazî Ay de lorî lorî Cembeliyê min lorî Dergûsa Cembeliyê min li ser dare dike Dergûsa delalê dilê min li ser darê dikê Ezê îsev dergûsa Cembeliyê xwe yê picûk bigirim Bavêjim ser dêla avê me dikim Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî Ax Xwedêyo tu çiqas pakî tu berf û baranekî Tu rêçê li van zaliman wendakî Tu min û Cembeliyê kurê mîrê Hekariya Li zozanê Serefdînê bi hev û dinê sakî Ay de lorî lorî lorî Cembeliyê min lorî

Bêjebêje © 2015-2024