the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eyşe Şan

Hevalên Xerab

Bi hinekan re nayê peyivîn Ê qîmetê nizane wille silav lê nayê dayîn Bawer bike hevaltî nabe bi xeraban Her însan heyranî navê xwe ye heyran ji sibê û heta êvarê paşgotin û bêbextî Carinan xwe qure dike, wî rûreşî Were bawer neke ji wan hevalo Wille sohbeta pê re heram e heram Li ku ma mêraniya te ka li ku Nav û şereta mêraniyê jî heye Qala kesî neke, berê xwe nas bike Tu însanekî tayê pûç î wesselam Ey bawerkorê dibêje ez misilman im Li heramê dinêre timî nabîne helal Zêde dipeyive bes rastiyê nabêje Bawer bikî derew e her peyva wî derew Bi peyva xwe ya derew qey tu mezin bû Jehra te rijandiye vexwe bi qurtequrt Ji Xwedê dixwazim hêvî li te bimiçiqe Wekî kûçikê har kef bi ser dev ketî Dilê wî dihêle kî di ber derbas dibî Derewan li dû hev rêz bike û birijîne Nesîbê xwe ji însanetiyê nestandiye wesselam Bi xerab û cahilan danekeve Kî xerabiyê bike wê bela xwe bibîne Zêr zêr e nabe pelik wesselam

Bêjebêje © 2015-2024