Eyşe Şan
Heywax Dayê
Daykê qurban ava çemê Diyarbekirê dîsa îro tê ye lem e lem e
Dayê qurban pêl bi pêlê dixe davê ser kelem e
Îro dilê min şewitî dayka min Hecî Xanim ket bîra min e
De hêsirê çavê mi xerîba Xwedê fena barana biharê têne
Çavên min bêkesê xalî nebûne
Heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê
Kesê min nema li vê dinyayê
Dayê ez bimrim dayê
Heywax dayê mala min şewitî, mala min şewitî dayê
Dayka min nexweş e, haya min jê tu nîne
Dayka min dinale haya min tu nîne
Der û cînara, heval û hogira digotin:
Elîf Xanim emê bang kina keçên te, Zehra û Salîheyê
Hecî Xanim dibêje:
Wele wez naxwazim, bira kesêk neyê serdana min e
Hunê ji bo Xwedê têlefonê vekin
Ku nebû, li têlê xin xebera min nêzîk bikin
Bira Eyşana min a dilşewitî were bikê xizmeta dayka xwe
Ew ezîza ber dilê min e,way lê dayê
Eyşana min bira were min bibe ser dixtor û hekîman
Ji xeynî Eyşana min kesê min tu nîne
Heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê
Kesê min nema li vê dinyayê dayê
Dayê qurban, ez bimrim dayê
Heywax dayê, mala min şewitî, mala min dayê
Kûla Xwedê bikeve mala bavê Osê Salih e
Xeberek ji bo xêra Xwedê nedane min e
Dayê qurban, ez bimrim dayê
Heyfa şîr û emegê te li van ewladên bêxêr e
Li goşê xestexanê te bêkes û bêxwedî hiştine
Xuşkên min Zehra û Salîhe ne, li ber serê te ne
Dayê dayê, ez bimrim dayê
Heywax dayê, xerîb im dayê
Heywax dayê, bêkes im dayê
Kesê min nema li vê dinyayê
Dayê, ez bimrim dayê