the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eyşe Şan

Keçê Were Nav Zebeşan

Keçê were were nav zebeşan Yadê were were nav zebeşan Ez qurbana çavreşan Ez heyrana çavreşan Were keçê keçê wez nexweş im Were yadê yadê wez nexweş im Nexwesê çavên reş im Nexwesê çavên reş im Keçê were were nav kelekan Yadê were were nav kelekan Ez qurbana çavbelekan Ez heyrana çavbelekan Neke keçê keçê van henekan Neke yadê yadê van henekan Ez qurbana çavbelekan Ez heyrana çavbelekan Keçê were were nav tît û nan Yadê were were nav tît û nan Ez qurbane çavxatûnan Ez qurbane çavxatûnan

Bêjebêje © 2015-2024