the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eyşe Şan

Qederê

Were yar... Qederê yar Qederê şer bikem mîna qederê xelkê tu ji min re nebûy yar Te ez kirim peyakê rêdûrê westiyayî peyayê piyadar Tu bûy siwarekî bi rim û bi mizreq Li ser pista seêwîxelqê bûy siwar Yar yar yar qederê yar Lê qederê... te gostê min helandî Lê sitûyê lingê min li xelkê dikî xiwar Lê qederê te ji xwe re ez kirime tucar Tu ji min re bûyî bazar Te ez kirime tucarekî bilmez Bi bazara xwe nizanim kirime zirar yar yar .. Lê qederê maliksewitiyê Te ez kirime sivanekî yaqe bi qulavê (qirêj) ling bigemar Tuyê li dawiyê bûye gurekî Siba tu bircîye har yar yar yar Lê qederê tu rûnustî li #iya kevir û dar li min tînî Stûyê min li xelkê dikî xiwar yar yar yar Yar yar yar qederê yar, yar yar.. Lê qederê ...malik sewitiyê Tu bûy siwarekî te ezê ji xwe re kirim axakî xwe yê rûsar Te li dawiyê ez kirim heqsizekî heqvêrmezê bêbextê sextekar yar yar.. lê qederê.. Heftxêrnedî bêbext û sextekar yar yar. Lê qederê te pasî ez kirime qumarciyekî Bi destê xwe nizane mala xwe sewitînandî, dilîze Bi heft salan û dilîze bi qumar Ay lê qederê ezê nifirekê li te li te bikim Bila gunehê min bibe marekîresê tîremar Bila li stûyê te biside qederê bigere mêrge bi mêrge Yayle bi yayle ji te nemîne war bi war yar yar yar.. Lê qederê... maliksewitiyê wele tirsim tu tim yaxa min bernadî Te darê cuqûrê daye ser piyê min sêwiya Xwedê Li welêt derxistime malxerabê te ez gerandime war bi war yar, yar.. Ay lê qederê wele tirsa min ji wê tirsê Tu yaxa min bernadî heya roka vê mirinê Kefen û sabûn û xwendina xoce qorîna tirbê kundala sar yar yar qederê yar ..

Bêjebêje © 2015-2024