the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eyşe Şan

Salih û Nûrê

Nûrê digo, Saliho çûme Diyarbekira şewitî berî dêr e Mi di hakim hat û ceza reyîs pê re Ez ê herim pêşiya vana devê xwe têxim saqa di gîzmê re Ez ê bêjim Salihê min ê kurmam emir piçûk e, çardeh sal e We çima sed û salek îdam dane jê re Ax de Saliho lo, kurmamo lo Ax de rabe malekî ji malê Malxerabo lo, Saliho lo Nûrê digo, Saliho çûme Diyarbekira şewitî ber Mizgeftê Ez ê herim Enqerê xwe bavêjim tor û bextê Kemal Paşa reyisê cumûryetê Ez ê bêjim Salihê min ê kurmam bide xatirê mi cahîlê, mi piçûkê, mi hurmetê Ax de Saliho lo, kurmamo lo Ax de rabe malekî ji malê Malxerabo lo, Saliho lo Saliho digo, Nûrê hefsa Diyarbekira şewitî berî dêr emir Mi di hakim hat û ceza reysî pê re Here pêşiya vana devê xwe têxe saqa di gîzmê re Bêje Salihê min ê kurmam emir piçûk e, çardeh sal e We çima sed û salek îdam dane jê re Ax lê Nûrê lê, dotmamê lê Ax de rave malekî ji malê Malxerabê lê, lê Nûrê lê Gotin û Muzîk: Gelêrî(Herêma Amedê)

Bêjebêje © 2015-2024