the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Eyşê Serdar

Leyla Canê Leyla

Leyla Leyla canê Leyla Dengê berxwedanê Leyla Rê û armancên te hêja ne Çar hêlên dinyê pê şane Serê me bilind hildane Serê me bilind hildane Leyla Leyla canê Leyla Tîna dilê te pîroz e Ji dozê ra hest û soz e Li hember dijminê însan Bablîs û ba û bahoz e Leyla Ji dozê ra hest û soz e Leyla Leyla canê Leyla Girnijîna te delalê Hejand 'erşê zilimkaran Rist û peyvên te li her malê Vejandine kîna salan Mirovahiya bendkirî wê Azad bibe ji nav çar dîwaran Mirovahiya bendkirî wê Azad bibe Leyla Leyla Leyla Leyla canê Leyla Bûka jiyana nû Leylayê Gotin û Muzîk: Delîlê Mîrsaz

Bêjebêje © 2015-2024