Ezîz Îbeş
Efrîn
Ma kî zanî emê der ên
Em ê der ên ji Efrînê
Cîh û warên me herimandin
Em li dunyayê belabîn
Malêt me talan kirin
Gûndê me wêran kirin
Malêt me talan kirin
Gûndê me wêran kirin
Hey dunyayê tu xayîn î
Hey dunyayê tu bêbext î
Hey dunyayê tu xayîn î
Hey dunyayê tu bêbext î
Em miletek Efrînî ne
Ji warê xwe koçber bûyne
Em xodan mal û zeytûn bûn
Îro biner em li ku ne
Bi top û teyar hatin ser me
Talan kirin gûnd û warê me
Bi top û teyar hatin ser me
Talan kirin gûnd û warê me
Hey dunyayê tu xayîn î
Hey dunyayê tu bêbext î
Hey dunyayê tu xayîn î
Hey dunyayê tu bêbext î
Wer binerin li Efrînê
Miletê wê çi dikşînê
Berê bûka cîhanê bû
Îro bû ye gula xwînê
Wer binerin li baranê
Hêstrên dayik û bavê Efrînê
Wer binerin li baranê
Hêstrên dayik û bavê Efrînê
Hey dunyayê tu xayîn î
Ma tu halê me nabînî
Hey dunyayê tu xayîn î
Ma tu halê me nabînî
[Peyv]
Ax Efrîna min
Ax nalîna min
Çima tu buhişta dunyayê bû?
Îro ji te tê bêhna xwînê
Çima tu buhişta dunyayê bû?
Îro ji te tê bêhna xwînê
Ax Efrîna min
Ax nalîna min
Ax Efrîna min
Ax nalîna min