Ezîzê Sebrî
Dinya Bive
Dinya bive hingiv şerbet
Niqitek av besî min e
Rokî tenê bijîm dinê
Tev huba xwa besî min e
Dinya bive gul gulistan
Gulek tenê besî min e
Rokî tenê bijîm dinê
Tev huba xwa besî min e
Dinya bive birc û sera
Koxikê biçûk besî min e
Rokî tenê bijîm dinê
Tev huba xwa besî min e
Malê dinê û defîne
Hizkiriya min besî min e
Rokî tenê bijîm dinê
Tev huba xa besî min e
Bira her kes qurna bijî
Rojek tenê besî min e
Rokî tenê bijîm dinê
Tev huba xa besî min e