Ezîzê Tihar
Hey Lo Wayê
Hey lo wayê lê, heylo wayê
Hetanî xwaş bim rûbara dinyayê
Kula Bekirxanê, siyarê Ereb
Tu car dilê mi dernayê
Dayê, dêran bayê Xezneferê kînekîn e
Bangî tê wêranê lê kînekîn e
Ba lê dixe, rîşê şerê ser enîka Bekirxanî dive tîne
Hey lo wayê lê, heylo wayê
Hetanî xwaş bim rûbara dinyayê
Kula Bekirxanê, siyarê Ereb
Tu car dilê mi dernayê
Dayê dêran bangî tê wêranê çiqa sar e
Weyla mi rebenê, bangî tê wêranê, çiqa sar e
Bekirxanê du gulê mawîzerê birîndar e
A le divê birîna çiçikê çepê dilê me ra kûr dinale
Hey lo wayê lê, heylo wayê
Hetanî xwaş bim rûbara dinyayê
Kula Bekirxanê, siyarê Ereb
Tu car dilê mi dernayê
Dayê dêran Bekirê Xanê, Geliyê Çeto çatme datîne
Wey la dêranê, gelîyê Çeto çatme datîne
A de divê mêra dikuje, lo mi dî ew talana para tîne
Hey lo wayê lê, heylo wayê
Hetanî xwaş bim rûbara dinyayê
Kula Bekirxanê, siyarê Ereb
Tu car dilê mi dernayê