the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Faris Bavê Firas

Dixtor

Dixtor ji min pirsî ye Derd û êşa te çîye Min got dil dêşe dixtor Rehê dil ziha bûne Gurçik jî xirab bûne Kezeb jî dêşe dixtor Ne dil û gurçik tenê Çokê min agir ketinê Hinavam jî dêşe dixtor Navmil û her du tenişt Dest û her du zend û pişt Gerden jî dêşe dixtor Serê min her du çav Rovîya qalind û zirav Singam jî dêşe dixtor Ku dêşim ku naêşim Hiş çûye şaş û gêşim Laşe min tev dêşe dixtor Êşa min ber gewrê ye J'ber her du çavê wê ye Tu jê re bêjî dixtor Êşa min derdê dil e Dermanêm çavê kil e Hindî dil min êşî dixtor Dixtor j'mir got ew çîye Çima tu nabêt mirîye Qurban te min anî lê ye Janê avêt hestî ye Derman ji mirîya re nîye Çavêm sor bû ji girîye Dilêm qelişî dixtor

Bêjebêje © 2015-2024