the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Faris Bavê Firas

Êva Êva

êva êva êva bi xulama dev û lêvan dil xweş dibim bi dîtina te bûm evîndar ji wê rojê va(e) min bihîstî tu nexweş ketî cerg û hinavên min peritî rû bû wek liksa veketî dilta tinên ji te pêve were em dilan bidin ber hev kul û xeman têxin nav hev dost û heval tev radizên şiyar tine ji mş-in pêve xwezî cardî min dîtiba ber êvar û serê siba çav û dilê min têr biba ji bejna zirav ji bexçê sêvan carkê tenê li min napirsî maqey tu ji xwedê natirsî li ber çavên min dibe stêr hew dikarim bimeşim bi rêve agir dil ket ser û binî ka ez ê çawa kim ezbenî nizanim bibim ermenî herim dêrê ji îro pêve

Bêjebêje © 2015-2024