the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Faris Bavê Firas

Ez Dîn û Har Bûme

Ez dîn û har bume,li ser te şêrînê Ro bi ro xwe dişkînim, ma tu min nabînê Pirs bike li halé min, rohnîya çahvê mim Ez hatim ber mirinê, tu naki yeqînê Ez gelek bê halim,dîtina te dermane Tu bi ser min nakevî, ma qey soz nemane Xwe li min mezin neke û derdêm zêde neke Eşq û evîna te tev di dilda mane Geh ji min dur dikevî,geh tim li bamine Carna bi mire dikenî,carna wek dijmine Sozê ji dil bide,destê xwe bi yê mide Bêja ez ya teme,ya talî kuştine Yarê ev çi demme,ez û tu ketinê Herro li ba temme,tu rastî rudinê Bese em westîyan,dil û hinav hellîyan Bi revandinê tu nayê,te nadim xwestinê

Bêjebêje © 2015-2024