the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Faris Bavê Firas

Ez ê Bêjim

Ez ê bêjim bi bilînê her saetê li ser te Dilber dilê min pir şêrîn î ji bîr nakim evîna te Îro çend roj tu melul î ka ew kêf û henekê te Ka ew civata em têde kanî ew şêrîn kenê te Kanî ew bejna te yê zirav kanî awirên çavê te Her dem li ber çavê min bi reş mar bûn guliyên te Dilo herdu çav mirîne tim dixwaze dîtina te Bi zor derket dil ji agirkî ez îro ketime agirê te Ger tu diêşî bêje min ez xweş textor im ji bo te Ez ê dermankim kul û derd û birînên dilê te Xêrnexwazin ê dixwazin dûr bikin ji hev min û te Lê bawer bike ti di min nema rih bû ev jî spartiyê te Sonda min bi rengê te yê esmer bû va her dû çavên te Heta ez sax bim li dinyê ez tu car nakim terka te Mal û dil û can bi carek qûrban dikim ji bo te Bi rengê te min tu kes nedî pir şîrîn e xwîna te

Bêjebêje © 2015-2024