the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Faris Bavê Firas

Gava Bixwazî Şer Bikî

Gava bixwazî şer bikî Birha zirav û xwar dikî Biska ji hawîr berdidî Wek ejder û reşmar bikî Kengî bixwazî xweş bikî Daxê li dil, rû geş bikî Daxê li dil, rû geş bikî Lê çawa tê û nakenî Derdên li dil dijwar dikî Bîna gulan tû hindirû gava sipidê tête xwar Dojeh li min dibî bihişt Dema ko min şiyar dikî Dema ko min şiyar dikî Dema ku lêvan maç dikim Hingiv ji lêvan min dizî Wê ser li ser sînga min e Dil mest û pir bêzar dikî Biska ji ser dêman bidî Alî wekî rojê dikî Alî wekî rojê dikî Lê ba ku carek lê bidî Rojê li min êvar dikî Em herdu tevde rûdinên Rûgeş dibin, dilxweş dibin Pîra diya wê tê ji der Min dil reş û rûsar dikî Min dil reş û rûsar dikî Kengê li bal min rûdinê Ji nû ve ez ciwan dibim Lê ku ji cem min radibî Dil gazî û hawar dikî Çawa bi destên xwey sipî Camê didî min rûperî Camê didî min rûperî Zanim çira serwa ciwan Herdem ji min re kar dikî Da xweş li bejnê meyzekim Rista me lê hûnayî bê Bi devken û nazdariya Ew min gelek bin bar dikî Ew min gelek bin bar dikî Helbest: Cegerxwîn

Bêjebêje © 2015-2024