the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Faris Bavê Firas

Koça Barkir

koça bar kir, ez mame li wara ne gazî, ne qêrîn, ne fîxan û hewar e ez mam bê xwedan, bê hogir û hevalek bêbext felek, te dûr xistim ji yara ez herdem serxweş im, bê hiş û sewdan im dirabim, dirûnim bê sebr û hedan im min warê te wenda kir, gelo ma ka tu kû ma de bes binale dilo, ma bi kû de çû nizanim min diavêt ser milê xwe barê derdan û xema min rê girt û meşiyam, ketibûm devê çema dil û hinavêm heliyan, rih min nema çavêm ziwa bûn, ji girî av tê'd nema bi Xwedê ez bi te zanim, şev û roj tu digirî dilê te min ji bîr nake tu yî xwediya vî dilî hinavê te verişî, tu jî ji min xirabtir î xwezî min tu dîba, hîna sax û nemirî min çi digo te nedigo na, rih bû te d'ber min de da te destê min digirt û destê xwediya berdida b'tu rengî nikarim wêna j'bîr bikim Xweda eşq û evîna wê di dil de şax vedida

Bêjebêje © 2015-2024