the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Faris Bavê Firas

Min Dil Girt û Şa Nebûm

Min dil girt û ez şa nebûm bê dînarê Ez ê bimrim ji kerbê te yarê, ax dilê, ax dilê Heta kengî ez bişewtim heta kengî Ez hew karim roja derbas kim b'vî rengî Evîna me li dinyê bûye dengî Axîn ji ber şox û şengê, ax dilê ax dilê Heta kengî... (Dîsgotin) Evîna me... (Dîsgotin) Dilo qurban bes e ev nal û zarîn Ne tu tenê mihacir bûye ji vî warî Yara şêrîn ket destê wî keftarî Ne'z pê karim ne ti pê karî, ax dilê ax dilê Mi xeml û xez li ser hosta jêr çêkir Gul û gulav bi va desta li bejnê kir Sînga gewrê boz baxçe gulîstanê bû Xerîba hêlîn tê'd çêkir, ax dilê ax dilê Ne dîn im go'z nizanibim kul û derda Pê ne hesim go yarê dev ji mi berda Xwezya min bi hiş û fikr û dilê dîna Mirina malxerabî jî de ser da, ax dilê ax dilê Dilo pejna yara te îro nayê Ji ber evînê tu nexweşî, ketî tayê Bes bisekine li ber sir û sermayê Dosta go çû ti car nayê, ax dilê ax dilê Bes bisekine li ber sir û sermayê Yara go çû ti car nayê, ax dilê ax dilê Min dît zor û sîtemkarî û nalîn Wek Mem im ez û yar jî 'eyn weke Zîn Çîroka me wek a Ferhat û Şêrîn Evîndar tim ser me digrîn, ax dilê ax dilê Min dil girt û ez şa nebûm bê dînarê Ez ê bimrim ji kerbê te yarê, ax dilê, ax dilê

Bêjebêje © 2015-2024